Here naverokê

Wîkîpediya:Statîstîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Li gorî daneyên Wîkîmediyayê ya di meha çiriya pêşîn a sala 2023an de rûpel û gotarên Wîkîpediyaya kurdî yên ku herî zêde dîtin wergirtine.

Ev rûpel amar û statîstîkên Wîkîpediyaya kurdî û Wîkîpediyaya gerdûnî rave dike.

Heta niha li Wîkîpediyaya kurdî 76.697 gotarên bi kurdî hatine nivisandin. Li vir hûn dikarin li statîstîkên herî dawî ya Wîkîpediyaya kurdî binêrin.

Wîkîpediya kurdî ensîklopediyek azad e ku her kesên ku bi kurdî dikarin binivîsin: li gorî polîtîkayên wîkîpediyayê dikarin gotaran li Wîkîpediya kurdî zêde bikin û gotarên heyî berfireh û rojane bikin. Niha bikarhênerên çalak ên Wîkîpediyaya kurdî her roj ji bo Wîkîpediyaya kurdî gotarên nû dinivîsin, naverokên gotarên heyî berfireh dikin û li gorî pêwîstiyan naverokên gotarên heyî rojane dikin. Di nav 30 rojên vê dawiyê de 87 bikarhênerên Wîkîpediyaya kurdî çalak in û niha li gorî hêjmara gotaran Wîkîpediyaya kurdî (kurdiya bakur) di nav Wîkîpediyayên cîhanê de di rêza 84an de ye.

Amar û statîstîk[çavkaniyê biguhêre]

  • Li jêr çend statîstîkên Wîkîpediyayên kurdî ya rojane hatine diyarkirin.
Wîkîpediyayên kurdî Malper Endamên tomarkirî Rêveber Bikarhênerên çalak Guhertin Gotar
Kurmancî ku.wikipedia.org 70.161 3 rêveber 87 bikarhêner 1.772.138 76.697
Soranî ckb.wikipedia.org 63.377 8 rêveber 134 bikarhêner 1.221.265 56.046
Zazakî/Dimilî diq.wikipedia.org 28.974 3 rêveber 22 bikarhêner 530.267 41.904

Statîstîkên gerdûnî[çavkaniyê biguhêre]

Tevahî Gotar Hemî rûpel Guhartin Rêveber Bikarhêner Bikarhênerên çalak Dosya
Hemî wîkîyên çalak 63.291.079 263.446.033 3.551.079.574 3529 114.488.927 271.866 2.816.315